Li Çêwligê jina 65 salî ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibe zahf hewl da. Gulîzar xanim di çarçoveya “seferberiya xwendin û nivîsandinê” de çû kursan û hînî xwendin û nivisînê bû.
Navê wê Gulîzar Yakut e. Ew niha 65 salî ye û ji zarokiya xwe ve dixwest ku hînî xwendin û nivîsînê bibe.
Gulîzar Xanim di çarçoveya “Seferberiya Xwendin û Nivîsandinê” de çû kursa li Navenda Perwerdeya Gel.
Emrê Gulîzar Xanimê ne hindik e lê xîreta wê jî zêde ye.
Gulîzar Xanim niha dizane bixwîne û dibêje gava kursa xwendinê xilas bibe ez ê herim kursa ehliyetê jî.