Xîreta ji bo xwendinê

Feyzi Kurtê astengdar ligel hemû astengiyan hînî xwendinê dibe...

Xîreta ji bo xwendinê

ji ber nexweşiyê di zarokatiya xwe de neçû mektebê. niha 32 salî ye lê meraqa wî ya li ser xwendinê qet winda nebûye. fevzî kurtê ku di firûnê de dixebite piştî kar, berê xwe dide mektebê û hînî xwendinê dibe.

Tu asteng nikarin xwe li ber li ber meraqa xwendinê bigrin.

Feyzi Kurtê 32 salî, di zarokatiya xwe de nexweşiyeke giran derbas kiriye û çavê wî baş nabînin. Ji ber nexweşiyê neçûye mektebê û xwendin û nivîsandinê nizane. Lê dev jê bernedaye û dixwaze bixwîne.

“Ez di zarokatiya xwe de gelek nexweş bûm, ez çend caran emeliyat bûm. Lê ez dixwazim hînî xwendinê bibim, ji bo vê jî hatim virê.”

Ji aliyekî jî ji bo debara mala xwe li firinê dixebite.

Heftiyê sê rojan piştî kar, radije defter û qelema xwe û diçe mekteba ku dersê taybet digre.

Fevzî Kurt bi alîkariya mamosteya xwe dixwaze di demeke kurt de hînî xwendinê bibe.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE