Xurekên Şanliurfayê di fuarê da ketin pêşbaziyê

Di çarçoveya "Fuara Mîrata Çandî û Turîzmê ya Girê Mirazan" ku Wezareta Çand û Turîzmê piştgirî dayê, da pêşbaziya xurekên herêmê hat kirin

Xurekên Şanliurfayê di fuarê da ketin pêşbaziyê

Li Şanliurfayê di çarçoveya "Fuara Mîrata Çand û Turîzmê ya Girê Mirazan" ku Wezareta Çand û Turîzmê piştgirî dayê, da pêşbaziya xurekên herêmê hat kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajara Mezin a Şanliurfayê hat dayîn, ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2019an wek "Sala Girê Mirazan (Gobeklîtepe)" îlan kir, di çarçoveya îlankirinê da fuara ku 3 rojan dewam kir hat lidarxistin û tê da çalakiyên curbecur hatin kirin. 

Komeleya Pêşxistina Turîzmê ya Şanliurfayê fuar organîze kir û Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin jî piştgirî da fuarê. Di çalakiya girtina fuarê da danasîna tehmên bajêr hat kirin, pêşbaziya xurekan hat lidarxistin.

Ji bo pêşbaziyê gelek aşpêjên navdar û lêkolînerên gastronomiyê hatin dewetkirin û pêşkêşiya pêşbaziyê aşpêj û pêşkêşvan Mehmet Yalçinkaya kir.

Juriya ku Dr. Îlkay Gok serokatiya wê kir, ji nivîskara gastronomiyê Îdil Cîmrîn, lêkolînera Mitfaqa Gel a Mezoptamyayê Sabriye Kocabalkan, Serokê Komeleya Urfayê ya Gastrokentê Abdurrahman Acar, pisporê mitfaqa herêmî Asuman Yazmaci û pisporê tehmên Urfayê Hasan Hayirli pêk hat.

Bi tevahî 36 kes bi xurekên cuda cuda va beşdarî pêşbaziyê bûn û Nîlgun Bengîsu bi xurekê xwe yê "Has dolma" va bû yekemîn. Alî Keskîn bi xurekê xwe yê "Boranî" va bû duyemîn, Bekir Aytekîn jî bi xurekê "Dîzika Îsotê" va bû sêyemîn.

Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn û Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgul xelatên kesên ku qezenc kirin, dan wan.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE