Welatiyên ku havînan tên memleketên xwe û zivistanan diçin bajarên mezin haziriya xwe qedandin. Li Muşê welatiyên ku wê biçin İstanbulê xurek û erzaqên xwe ji pêş ve bi kamyonan dişînin İstanbulê.
Li Muşê kamyonên ku wê ji İstanbulê bar bînin ji herêmê vala diçin İstanbulê.
Welatiyên ku havînan tên memlaketên xwe û zivistanan dizivirin jî barên xwe bi van kamyonên vala dişînin.
Hin welatî jî bi van kamyonan ji xizm û nasên xwe re xurekan dişînin.
Dibêjin xurekên memlaket xwezayîtir û xweştir in û li bajarên mezin biha ne.
Şifêrên kamyonan jî ji vê razî ne. Dibêjin qet nebe em hinek pere qezenç dikin û heqê mazota me derdikeve.