Xurmeyên li Adıyamanê hatin danîn dilê cotkaran xweş kir

Li navçeya Golbaşiyê li ser 2 hezar û 50 donimî darên xurmeyên bihûştê ku hatibûn danîn îsal xweş girtin û dilê cotkaran xweş kir.

Xurmeyên li Adıyamanê hatin danîn dilê cotkaran xweş kir

 Li Golbaşiya navçeya Adıyamanê ser 2 hezar û 50 donimî darên xurmeyên bihûştê yên hatibûn danîn îsal xweş girtin û cotkar bi bereketa wan kêfxweş bûn.

Li Turkiyeyê ji deverên ku ev xurme lê digihîje yek jî êdî navçeya Golbaşiyê ye û berhevkirina wê serê sibehê zû dest pê dike.

Bazirganinên ji bajarên dor û berê tên xurmeyan dikirin û difiroşin bazara navxweyî.

Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê yê Adiymanê Nurettîn Kiyas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xurmeya bihûştê ya ku bi navê xurmeya Trabzonê, xurmeya Behra Spî, xurmeya Japon jî tê zanîn li navçeyê tê gihandin.

Kiyas destnîşan kir ku di nav bajarên lê xurmeya bihûştê digihîje de Adıyaman  di rêza 20î da ye û îsal bereketa fêkiyan zêde bû.

Kiyas got ku li 2 hezar û 50 donimî darên xurmeya bihûştê hatine danîn û berhevkirina fêkiyên wê hê jî dewam dike û wiha domand: "Li gor sala par fêkî ji sedî 10-15 zêdetir in. Par nêzî 7 hezar tonî fêkî hatin rakirin û îsal ev di navbera 8-9 tonan da ye. Ji bo vê xurmeyê avhewaya vê derê baş e.

 "Bazirgan dibêjin ku tehma xurmeyên li vê derê gelek xweş e"

Ji cotkaran Hamza Dayangaç destnîşan kir ku wî li ser pêşniyaza pismamê xwe 21 sal berê dest bi danîna darên xurmeyên bihûştê kir û wiha pê da çû: "Ji 475 daran nêzî 80-90 ton fêkî berhevdikim. Fêkiyên wê gelek baş in û şîrîn in. Bazirgan dibêjin ku tehma xurmeyên li vê derê digihîjin, gelek xweş e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE