“Xwedî li esnafên xwe derkevin”

Mamoste û xwendekaran ji bo esnafên Sûrê piştgirî xwest

“Xwedî li esnafên xwe derkevin”

Komek mamoste û xwendekarên dibistana navîn ji bo esnafan kampanyeyek çêkir. Meqseda vê kampanyayê balkİşandİna ser danûstandina ji esnafên deverê bû. Zarok li esnafên Sûra Amedê yek bi yek gerîyan û afîşên kampanyayê bi dîwar û cemekanan ve vekirin.

Li Sûra Amedê, komek mamoste û zarokên mektebê ji bo balkişandina ser esnafên deverê kampanyayek çêkir.

Xwendekar û mamoste li esnafên Sûrê geriyan û hem ew agahdar kirin hem jî afîş bi dîwar û cemekanên dikanan ve vekirin.

Zarokan xwest welatî danûstandinên xwe ji esnafên deverê bikin da ku dikandar bikaribin li ser piyên xwe bisekinin.

Esnafên Sûrê jî ev tevgera zarokan pîroz kir û ji kampanyaya wan razî man.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE