Xwedî li hemû heywanan derdikeve

Li malê pisîkan xweyî dike, li derve xwarinê dide heywanan...

Xwedî li hemû heywanan derdikeve

Jineke Colemêrgî li mala xwe gelek pisîkan xwedî dike. jinika dilbirehm, xwarin û avê dide heywanên li çolê jî…

Her sibehê dadikeve baxçeyê xwe, pisîkên xwe têr dike.

Hejmara heywanên ku xwedî dike jî ne hindik e.

Rabia Aslana Colemêrgî ligel pisîkên xwe, xwedî li heywanên çolê jî derdikeve.

Ji zarokatiyê ve ji heywanan hez dike ew. Lê piştî ku kewê wê hatiye kuştin, xwedî li hemû heywanan derketiye.

Jinika dilbirehm, ji bo tedawiya heywanên bêxwedî jî çi ji destê wê tê dike.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE