Berekat Ozmenê 75 salî, hezkirekî dengbêjan e û ev ji 50 salî zêdetir e ku li pey şopa band û maqareyên dengbêjan e. Ozmen heta niha bi hezaran band û maqare, ji deverên cuda peyda kiriye û dîjîtalîze kirine.
Berekat Özmen 75 salî ye. Ew evîndarekî stran û çanda dengbêjiyê ye.
Bengiyê stranan Ozmen li Yenîşehîra Amedê, li mala xwe, derbarê stran, dengbêjî û çanda Kurdan de çi band û maqare bi dest bikeve, wan dîjîtalîze dike û piranîya wan jî li ser înternetê belav dike.
Heta niha bi hezaran bandên dengbêjan hem ji nav welêt hem jî ji derve peyda kirine.
Wî ew stranên ku bav û kalên me ji radyoya Erîwan û Bexdê guhdar dikirin; derbasî sîstema dîjîtal kirine.
Ozmen bi evîneke mezin vî karî dike û ev stran û çanda dengbêjîyê ji wendabûnê xilas dike û ji nifşên nû re dihêle.
Berekat Ozmen niha weke nêçirvanekî li pey kaset û dengbêjên nû ye û dixwaze qîmeta vê çandê were zanîn..