"Xwedê rehma xwe li birê me Mursî bike"

Serok Erdogan dema ku Baxçeyê Gel a Nakkaştepeyê ziyaret kir pirsa rojnamevanekî ya der barê wefata Mursî da bersivand.

"Xwedê rehma xwe li birê me Mursî bike"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê li hêwana mehkemeyê wefata Mihemed Mursiyê Serokomarê Misrê yê ku cara ewil bi rêbazên demokratîk hatibû hilbijartin da got ku "Xwedê rehma xwe li birê me, şehîdê me Mursî bike."

Serok Erdogan dema ku Baxçeyê Gel a Nakkaştepeyê ziyaret kir pirsa rojnamevanekî ya der barê wefata Mursî da bersivand.

Erdogan got dema ku ji erebeyê peya bû xeber gihaştê û got ku "Mixabin ku ev bûyer li hêwana mehkemeyê çêbûye. Xwedê rehma xwe li birê me, şehîdê me Mursî bike."

Erdogan diyar kir ku Sîsiyê zalim ê ku Mursiyê merhum ê ku bi rêbazên demokratîk û ji sedî 52 deng sitand û bû Serokomarê Misrê yê ewil ê hilbijartî danî aliyekî û bi tevgereke dagirker, bi derbeyekî hat ser birêvebiriya Misrê nêzî 50yî Misrî darve kirin û wiha axivî: 

"Rojava her dem dijî darvekirinên Sîsî bêdeng maye. Welatên endamê YEyê darvekirinê qedexe dikin lê mixabin ku li Misrê beşdarî vexwendina Sîsiyê kujer bû û beşdarî civîna wir bûn. Ev durûtî nîne pirrûtî ye. Hûnê ji aliyekî va darvekirinê qedexe bikin ji aliyê din va bixwazin ku Tirkiye îdamê rake û li Tirkiyeyê darvekirinê bidin rakirin lê ji aliyê din va di heyama ku Misrê van mekanîzmayên darvekirinê dixebitand da heta di hefteya ku 7 ciwan darve kirin da welatên endamên YEyê li Misrê beşdarî civîneke navneteweyî bûn, ne mimkûn e ku ku mirov bi tu awayî vê fehm û qise bike. Mixabin ku ev pêvajo hema bêje gihaşt 5 salan. 5 sal bûn birê me Mursî di girtîgehê da bû û bi hezaran hevaln wî wir bi wî ra mehkûm bûn. Ez hemû gumanan datînim aliyekî, ecel hat û şehîd ket. Rebbê min înşeallah bi hebîbê xwe ra heşir bike. Diayên me bi wî ra ne. Serê hemû birên min ên ku bi wî ra heman rêyê da diçûn sax be. Serê gelê Misrê sax be. Serê malbat û xizmên wî sax be. Xwedê rehma xwe lê bike." AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE