"Xwediyê demokrasiyê gel e, îradeya gel e, ji bilî wê tu xwediyê wê tune"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Xwediyê demokrasiyê gel e, îradeya gel e, ji bilî wê tu xwediyê wê tune."

"Xwediyê demokrasiyê gel e, îradeya gel e, ji bilî wê tu xwediyê wê tune"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got kesên li welatê xwe Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku bi raya gel va wek serokomarê ewil ê Komara Tirkiyeyê hatiye hilbijartin û her hilbijartina ku beşdar bûye qezenc kiriye carekê jî kiriye pîroz nekirine, ji bo yên derva niha piştgiriyê digerin ku wan pîroz bikin û ji bo vê ketine pêşbaziyê.

Çelîk li Ispartayê beşdarî 7emîn Kongreya Bajêr ya Asayî ya Ispartayê ya AK Partiyê bû.

Di kongreya ku Salona Kent Işikê hat lidarxistin da Çelîk behsa rojeva Tirkiyeyê kir.

Çelîk bertek nîşanî rêvebirên CHPyê da ku ew ji bo mijara demokrasiyê pişta xwe bi Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê yê ku hilbijartin qezenc kiriye va girê didin û wiha axivî: "Yên li welatê xwe Tirkiyeyê Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoganê ku bi raya gel va wek serokomarê ewil ê Komara Tirkiyeyê hatiye hilbijartin û her hilbijartina ku beşdar bûye qezenc kiriye carekê jî pîroz nekirine, ji bo yên derva niha piştgiriyê digerin ku wan pîroz bikin û ji bo vê ketine pêşbaziyê. Ma hûn difikirin? Li Tirkiyeyê rêvebirên partiyekê ji serokê dewleteke biyanî parsekiya demokrasiyê dikin. Ji ber vê em baş dizanin ku em têkoşîneke çawa didin. Ev serî li welatiyên me yên li Enqere, Isparta, Edene û Konyayê nadin, serî li cihên dervayî sînorên Komara Tirkiyeyê didin. Navê vê demokrasiya gel nîne, navê vê demokrasiya îthalatê ye."

- "Xwediyê demokrasiyê gel e, îradeya gel e, ji bilî wê tu xwediyê wê tune"

Çelîk got wek AK Partî ew her tim guh didin îradeya gel û wiha dewam kir: "Yên bi salane ji derva li dû wesayetê reviyan, di hundir da piştgirî dan wesayetê, serî li hişmendiya demokrasiyê ya gel nedan, serî li îradeya we nedan niha ji bo demokrasiya li gor hişmendiya xwe dixwazin ji dervayê Komara Tirkiyeyê demokrasiyê itxal bikin. Me nekarî em bi wan bidin fêmkirin ku demokrasî ne malekî ticarî ye. Demokrasî mijara siyaset û îxracatê nîne. Xwediyê demokrasiyê gel e, îradeya gel e, ji bilî wê tu xwediyê wê tune. Demokrasiya me demokrasiyeke hatiye qezenckirin e."

- "Emê heta dawiyê demokrasiya gel biparêzin"

Berdevk Çelîk anî ziman demokrasî nirxeke gel e û wiha pê da çû: "Em demokrasiya me wek nirxeke gelê me dibînin, wek teceliya îradeya we dibînin. Lê ew jî demokrasiya me wek mijareke bazirganiyê dibînin, wek mijareke îtxalat û îxracatê dibînin. Emê li hemberî îxracata wan a wesayetê jî li ber xwe bidin, li hemberî demokrasiya wan a îtxalatê jî li ber xwe bidin. Emê heta dawiyê demokrasiya gel biparêzin."

- "Em parastina Tirkiyeyê tu caran nakin mijara bazirganiyê"

Çelîk anî ziman ku CHP dibêje ewê peymana kirîna S-400î betal bike û wiha axivî: "Dibêjin emê S-400î betal bikin. Betalkirina pergala parastina esmanî ya me ji bo ewlehî û parastina Tirkiyeyê kirîbûn tê çi meneyê? Ji bo ku bi xwe bibin desthilat, mijara parastina welêt ya Tirkiyeyê dikin mijara bazariyê, ewlehiya Tirkiyeyê dikin mijara bazirganiyê ya siyasî. Em parastina Tirkiyeyê tu caran nakin mijara bazirganiyê, ewlehiya wê tu carê nakin mijara ticaretê. Li hemberê van hewldanan emê li ber xwe bidin, emê têkoşînê bidin."

- "Emê tu carê destûrê nedin ku dewleta terorê ava bibe"

Çelîk anî ziman ku rêvebirên CHPyê guh didin gotinên welatên din û wiha dewam kir : "Rêvebirên CHPyê di mijara vekirina Meraşa Girtî da fikrên Tirkiyeyê naparêzin, yên Yewnanistanê diparêzin. Dibêjin 'Tirkiye li Libyayê guh nade ambargoyê'. Tirkiye li Libyayê alîkariya mezlûman dike lê ew guh didin propagandaya reş a Fransayê ya ku dibêje 'Tirkiye guh nade ambargoyê'. Çiqas şerm e. Em dibêjin li ser sînorê Sûriye û Iraqê em destûrê nadin ku PKK/PYD dewleteke terorê ava bike, em dibêjin eskerên me li wir ji bo parastina welêt şehîd dikevin, dibin xazî, ew dibêjin eskeran paşve vekişînin. Dema em ji Sûriyeyê esker vekişînin wê demê dewleta terorê wê ava bibe. Dixwazin em destûrê bidin vê yekê. Emê tu carê destûrê nedin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE