Xweliya çolê dibare bajarên herêmê

Li Sêrt û Semsûrê piştî çend rojan dîsa xweliya çolê bariya.

Xweliya çolê dibare bajarên herêmê

Îsal ji ber hewaya germ xweliya çolê bariya gelek bajarên li herêmê. Li Sêrt û Semsûrê jî piştî hişyariya meteorolojiyê dîsa xwelî bariya. Welatî ji ber xweliyê ketin tengasiyeke mezin.

Îsal li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolê hewa gelek germ e.

Ji ber hewaya germ ji aliyê Erebistanê tozek tê û dibare hêrêmê.

Li Sêrta ku îsal çend caran xwelî bariya duh bişev jî toza çolê bariya.

Ji ber tozê jiyana welatiyan kete zorê.

Her wiha li Semsûrê jî dîsa xwelî bariya.

Ji ber tozê him jiyana welatiyan kete zorê, him jî wesaîtên wan di nav tozê de man.

Wesaîtşoyên Semsûrî dibêjin çi qas xwelî bibare karê wan jî ew qas zêde dibe.

Pispor derbarê nexweşiyên toza çolê de jî xelkê hişyar dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE