Xwendekarên lîseya anadolê ya kenderîpa midyadê gihaştin mirazê xwe. li lîseyê bi alîkariya midûriya perwerdeyê, saziyên bajêr û hin kesên xwedanxêr pitûkxaneyek hat vekirin. di pirtûkxaneyê de nêzî 2 hezar pirtûk hene û xwendekar êdî dikarin têra xwe bixwînin.
Êdî pirtûkxaneya wan jî heye û dikarin têra xwe bixwînin.
Xwendekarên Lîseya Anadolê ya Kenderîpa Midyada Mêrdînê gihaştin pirtûkên cûr bi cûr.
Pirtûkxaneya ku tê de bi qasî 2 hezar kitêp hene, bi alîkariya Midûriya Perwerdeyê, hin sazî û welatiyên xwadanxêr hat vekirin.
Ji bo vekirina pirtûkxaneyê jî bi beşdariya mêvanan merasîmek hat lidarxistin.
Nivîskarê Mêrdînî Ahmet Çinarbaş jî ji bo alîkariyê beşdarî bernameyê bû û ji bo xwendekaran behssa girîngiya xwendinê kir.
Piştî merasîmê mamoste û xwendekaran bi hev re pirtûk xwendin.