Xwendekar hînî lêdana tembûrê dibin

Navenda Perwerdeya Gel ji bo xwendekaran kursa tembûrê vekir 

Xwendekar hînî lêdana tembûrê dibin

Li Navenda Perwerdeya Gel A Batmanê ji bo welatiyan gelek kurs tên vekirin.ji van kursan yek jî kursa tembûrê ye. ji bo xwendekarên lîseyê kursa tembûrê hat vekirin. 15 xwendekarên kursê hene û perwerde wê heya 3 mehan dewam bike.  

Li Navenda Perwerdeya Gel a Batmanê kursên cuda tên dayîn. 

Ji van kursan yek jî kursa tembûrê ye. Ji bo xwendekarên lîseyê kursa tembûrê hat vekirin. 

Heta niha 15 xwendekaran qeyda xwe çêkirin û dersên tembûrê distînin. 

Xwendekarên ku dixwazin di ezmûna zanîngehan de beşa muzîkê qezenc bikin tên kursê. 

Kurs wê 3 mehan dewam bike û pişt re jî kursiyer wê bikevin ezmûna beşa muzîkê. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE