odeya dermanfiroşan li navenda bajêr dezenfektan û maske belav kir
Odeya dermanfiroşan a batmanê bi hevkariya fakulteya dermanfiroşan dezenfektan çêkir. Xwendekarên fakulteyê li navenda bajêr stand vekirin, dezenfektan û maske li welatiyan belav kirin.
Xwendekarên Fakulteya Dermanfiroşan li laboratuvara Odeya Dermanfiroşan a Batmanê dezenfektan çêkirin.
Pişt re li Parka Atatûrkê ya navenda bajêr standek hat avakirin. Xwendekaran dezenfektan û maske anîn standê.
Maske û dezenfektan di çarçoveya li dijî şewba vîrûsa koronayê de bêpere li welatiyan hatin belavkirin.
Bi vê projeyê xwendekar him hînî çêkirina dezenfektanan bûn him jî pişgirî dan têkoşîna li dijî şewbê.