Necmettîn Yilmazê ku bi eslê xwe ji Gumuşhaneyê bû û li Sêwereka navçeya Rihayê mamostetî dikir ji alî PKKya rêxistina terorê va hat şehîdkirin û xwendekarên wî di vê roja karnameyê da ew ji bîr nekirin.
Yilmazê mamosteyê polê bû di sala 2017an da li Tunceliyê ji alî terorîstên PKKya rêxistina terorê va hatibû revandin û xwendekarên ber destê wî ku îsal diçûn polên 6 û 7an jî îro mamosteyê xwe bi bîr anîn.
Li ser texteyê polê "Rojeke din a karnameyê bi hesreta te hat" û wêneya mamosteyê xwe bi dîwar va kiribûn.
Xwendekarên qarneyên xwe hildan li wêneya mamosteyê xwe yê şehîd mêze kirin û xemgîn bûn.
Mamosteya dersa Tirkî Hediye Ayyildiz a li Dibistana Necmettîn Yilmaz wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li pey rêça Yilmaz in û xwendekarên wî jî emanet in û wiha domand: "Ji ber ku em li vê dibistanê ne barekî li ser milê me ye û ev barekî menewî ye. Em jixwe nikarin şûna wî bigirin lê em wî jî ji bîr nakin.
Mehmet Alî Subayê ku li ber destê Yilmaz xwendibû û niha di pola 7an da ye got: "Ez jî dixwazim mîna wî bibim mamoste. Ev 5 sal e ew ji nava me çûye û ev belgeya teqdîrê jî ez ji bo wî hildidim."
Ji xwendekarên pola 6an Adul Çaçan jî diyar kir ku ew gelek bêriya mamosteyê xwe Yilmaz dikin û gelekî jê hez dikirin.
Mircan Çaçan a diçe pola 6an jî got ku ew ê li pey rêça mamosteyê xwe Yilmaz biçin.
AA