Di çarçoveya "Projeya Piştgiriya Dibistanê" ya ku Wezareta Malbat, Xebat û Civakî wek alîkariya civakî ya dewletê dide da 140 xwendekar li navçeya Şemdînliyê cihên dîrokî geriyan.
Xwendekar ji navenda Hekariyê û ji navçeya Şemdînliyê çûn gundê Nehrî (Bağlar) û Qesra Kaymeyê ya dîrokî, pira kevir û tirbeyên Seyîd Taha û Seyîd Ebdullahê Nehrî ziyaret kirin.
Alîkarê Midûrê Bajêr yê Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Riza Şahîn daxuyanî da rojnamegeran û got ku wezaretê li 81 bajêran proje daye destpêkirin û di çarçoveya vê projeyê da wan seba 140 xwendekarên pola 5,6,7 û 8emîn ên li navenda Hekariyê û Şemdînliyê bernameya geşt û gerê çêkir.
Şahîn diyar kir ku xwendekaran li gundê Nehrî cihên dîrokî ziyaret kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku xwendekar çanda xwe û hevdu nas bikin, me ew anîn vê derê."
Serokê Komeleya Baweî û Turîzmê ya Nehrî Azat Çîftçî jî got ku ji her derê Tirkiyeyê meriv tên û gundê Nehrî ziyaret dikin, ew ji hatina xwendekaran kêfxweş bûn.AA