Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd) seferên balafiran hatibûn betalkirin û xwendekarên li Îngiltere, Îsvîçre û Polonyayê asê man, vegeriyan welêt.
Alîkarê Wezîrê Karên Derva Yavuz Selîm Kiran li ser Twîtterê daxuyand xwendekarên Tirk ên li van 4 welatan bûn û ji ber qedexeya seferên balafiran li wir mabûn, bi balafira Rêhewaya Türkiyeyê (THY) gihîştin welêt.
Kiran wêneyê xwendekarên ji balafirê peya bûn parve kir û wiha got: "Hûn bi xêr hatin mala xwe, hêlîna xwe. Niha dema karantînayê û tevdîran e."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyandibû ji 7 welatan 3 hezar û 358 xwendekaran ji bo vegerin Türkiyeyê serî li wan daye. Çavuşoglu gotibû dema ew hatin hemû jî wê 14 rojan di karantînayê da bimînin.
AA