Xwendekarên Diyarbekirî piştgirî dan Operasyona Îdlibê

Xwendekarên Surê li ser medyaya civakî piştgirî dan operasyona Îdlibê...

Xwendekarên Diyarbekirî piştgirî dan Operasyona Îdlibê

Xwendekarên Lîseya Îmam Xatîbê ya Anadolu Alparslana Surê bi xebera şehîdên Îdlibê pir xemgîn bûn. Xwendekaran ji bo şehîd û leşkerên li Îdlibê li ser medyaya civakî mesajên piştgiriyê dan.

Rêxistina terorî PKK’ê di dewra xendeqan de Lîseya Îmam Xatîbê ya Anadolu Alparslanê ya Sura Diyarbekirê şewitandibû.

Ji bo vê yeke zarok zilm, zordarî û tundiya terorê baş dizanin û neletê lê tînin.

Xwendekarên dibistana Îmam xetîbê leşkerên qehreman ên li Îdlibê jî ji bîr nekirin.

Mamoste Serap Ozmen bi xwendekarên xwe re ji bo şehîd û leşkerên li Îdlibê çalakiyeke xemgîn lidarxist.

Xwendekaran mesajên piştgiriyê dan operasyona mertalê biharê û vîdeoyên xwe li ser medyaya civakî parve kirin.

Bertek û peyamên xwendekarên Surê ji aliye gelek kesan hatin ecibandin.

“Di dilê zarokên Surê de hezkirina welêt heye. Me xwest hemû kes van zarokên paqij nas bikin. Em li Diyarbekirê ne lê qelbê me li Îdlibê bi şehîdên me re ye.”

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 11:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE