Xwendekarên ji Ercişê bi pişeya hîn bûn piştgiriyê didin malbata xwe

Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkê ya Mehmet Murat Îşler bi saya serê dersên ku li dibistanê dibînin berên mobîlya û metalê çêdikin.

Xwendekarên ji Ercişê bi pişeya hîn bûn piştgiriyê didin malbata xwe

Li Erdîşa navçeya Wanê xwendekarên lîseyekê him pîşe hîn dibin him tiştên ku çêdikin difroşin va piştgiriyê didin budçeya malbata xwe.

Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkê ya Mehmet Murat Îşler bi saya serê dersên ku li dibistanê dibînin berên mobîlya û metalê çêdikin.

Xwendekar li ber destê mamosteyên xwe sire, mase û alavên buroyê çêdikin, paşê van alavan difroşin û piştgiriyê didin budçeya dibistan û malbatê.

Bi pîşeyên hîn dibin va piştî ku dibistanê diqedînin, ji xwe ra kar dibînin. Sîgorteyên xwendekaran jî ji aliyê dibistanê va tê razandin.

Midûrê Dibistanê Weysel Saglam daxuyanî da û got ku li dibistanê 8 beş hene û ew di beşên mobîlya dekorasyon û karên metal da hilberînê dikin.

Saglam diyar kir, midûriyên Perwerdeya Neteweyî û saziyên qamûyê carinan ji sermayeya dibistanê mobîlya û alavên metal didin çêkirin û wiha dewam kir, "Xwendekarên me nêzî berkeda kêmtirîn ucretekê distînin, di heman demê da sîgorteya wan jî tê razandin. Xwendekarên me di sala 2018an da bihayê 174 hezar lireyî karê sermayeyê kirin. Dawiya van karan qasî 17 hezar lireyî pere dan xwendekarên me. Ji mamosteyên me ra jî nêzî 20 hezar lireyê hat razandin."

Di çarçoveya protokola ku wan bi qaymeqamtî û şaredariyê ra kir da ji perê mayî bi 105 hezar lireyî va seba 22 dibistanan pirtûkxaneya wê were çêkirin û wiha dewam kir, "Xwendekarên me li vê derê perwerde dibin û tiştan hîn dibin. Di heman demê da bi dîplomeya xwe ya lîseyê va belgeya vekirina kargehê hildidin. Bi vê belgeyê va dikarin li herêmên sanayiya organîze ya mezin û piçûk kargehan vekin." 

Mamosteyê sêwirandina mobîlya û mekanê hindur Ozgur Ornek jî got ku ew maseya mamosteyê dibistanên gundan, alavên pirtûkxaneyan çêdikin û xwendekar dikarin piştî kutabûna dibistanê li sanayiyan kar bibînin.

Ji xwendekaran Mert Dursun jî got ku wî di qada metalê da perwerde hilda û wiha dewam kir, "Piştî ku em ji vê derê mezûn bibin, bawer dikim em dîsa dikarin di vê qadê da bixebitim. Em li vê derê him pere qezenc dikin, him dibin xwedî pîşe."

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE