Xwendekarên ku ji dervayî welêt hatin li Tekîrdagê li wargehê hatin bicihkirin

Xwendekarên ku ji dervayî welêt bi balafirê hatin Stenbolê, di çarçoveya tedbîrên şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li wargeha li Çorluya navçeya Tekîrdagê hatin bicihkirin.

Xwendekarên zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê yên ku di çarçoveya bernameyên ERASMUSê da li dervayî welêt in, bi balafirê hatin Stenbolê.

Ji xwendekaran 175 jê bi otobusên dezenfektekirî birin Midûriyeta Wargeha Xwendekarên Kurîn a Dezgeha Wargehên Krediyê.

Xwendekar piştî ku bi destê ekîbên tenduristiyê kontrola wan hat kirin, li wargehê hatin bicihkirin.

Qaymeqamê Çorluyê Cafer Sarili û Midûrê Ewlekariya Çorluyê Serdar Kurtoglu jî gava xwendekar hatin veguhestin, lêkolîn pêk anîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE