Nurçîn ev 10 sal di nav ciyan de ye. Lê wê tevî nexweşiya xwe lîse qedand û 2 pirtûk nivîsandin. Ji xwendin û nivîsandinê bi şûn ve hobiya wê ya herî mezin jî futbol e…
Nurçîn 30 salî ye…
Di biçûkatiya xwe de nexweş ket û ev 10 sal in jî di nav ciyan de ye.
Nurçînê tevî nexweşiya xwe lîse qedand û qet dev ji xwendinê berneda.
Ji bo malbatê zehmetiya herî mezin jî qutbûna ceyranê ye.
Nurçînê di nav ciyan de 2 pirtûk jî nivîsandin û dibêje: “ Ji xwendinê pir hezdikim. Lê min zanîngeh nexwand. Şûna wê jî min xwest binivîsim.. Di sala 2017an de min pirtûka xwe ya ewil “Çavên Te yên Mîna Welatê Min” nivîsand. Îsal jî pirtûka min a duyem hat çapkirin. Înşella xwendevan dê ji vê jî hez bikin. “
Ligel xwendin û nivîsandinê Nurçîn ji futbolê jî pir hez dike.
Loma jî cil û bergên wê û odeya wê bi rengên tîma futbolê ne.