Xwepêşanên Li bajarê Efrînê

Li bajarê Efrînê Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re protestoyan dikin

Xwepêşanên Li bajarê Efrînê

Şerê Navxweyî yê Sûriyê ev 10 sal in dewam dike. Bajarê Efrînê jî 3 sal berê bi oprasyona Şaxa Zeytûnê hat rizgarkirin. Xelkê Efrînê ev bi hefteyan e ku xwepêşanan li dar dixe. Gel dixwaze şer êdî xilas bibe.

Li Sûriyê şerê navxweyî ev deh sal in dewam dike. Ji ber şerê navxweyî bi hezaran kes mirin, bi milyonan kes jî bûn penaber.

Bajarê Efrînê jî bi Operasyona Şaxa Zeytûnê hat azadkirin. Xelkê bajêr piştî rizgarkirina Efrînê vegeriya ser axa xwe.

Li Efrînê ev hefteyek e li dijî dagirkirina Sûriyê protesto tên kirin. Welatiyên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re xwepêşanan dikin.

Li Efrînê Qada Şehîd Mişel Temo hat vekirin. Xelkê Efrînê di vekirina qadê de banga bihevrebûnê kir.

Gel dixwaze herêm ji rêxistina terorî YPGê were xilaskirin. Ji bona vê jî protesto dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE