Golên Qantirê yên li Çiyayê Mercanê ya li Ovacika navçeya Tunceliyê li 3 hezar û 100 mêtro bilindahiyê ne û bi xweşikahiyên tebiî va merivan şaş û metel dihêlin.
Ovacika Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Şirşernegên Çilmerdîwanî û Çemê Heramiyê lê ne bi dewlemendiya florayê, cureyên endemîk û jiyana kovî va balê dikişîne.
Golên Qantirê yên li Çiyayê Munzurê havînê bi xweşikahiyên tebiî, mêrgên kesk û hêşin, kulîlkên rengîn va bala ziyaretvan û tebîethezan dikişîne.
Hezkiriyên tebîetê li herêmê kampê dikin
Hezkiriyên tebîetê yên rojane an jî ji bo kampê diçin Golên Qantirê bi wesayîtan ji navçeyê derdikevin rê û tên gundê Şahverdiyê.
Hezkiriyên tebîetê li vê derê hinekî bîna xwe didin û derdikevin rêya Çiyayê Mercanê ya bi qasî 4 saetan li ber xwe dide û digihîjin Golên Qantirê yên ji 5 golan pêk tên.
Ziyaretvan li dora golan digerin, ji stresa bajêr û qerebalixiyê dûr di nav tebîetê da dema xwe derbas dikin û di ava golê ya 10-20 pileyî da sobaniyê dikin.
Ziyaretvanên dema xwe li dora golan derbas dikin di dema vegerê da jî derdikevin girê ku hemû gol jê tên dîtin û wêneyan dikişînin.
Zeyaretvan gelekî memnûn dibin
Ersîn Demirelê hunermendê wêneyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got çiyayên Mercan û Munzurê gelekî meraq dikir, ji bo vê hat Ovacikê. Demirel got li ber tebîeta Ovacikê şaş û metel ma û wiha pê da çû: "
"Ji vir 3 sal berê em dîsa hatibûn van deran, wê çaxê şilî barîbû em negeriyabûn. Ji bo wê em vê carê hatin li çiyayên Mercan û Munzurê li gelî û golan bigerin, keşf bikin. Tebîeta vê derê bêhempa ye lê belê ji ber hin bûyeran eleqe nehatiye nîşandan."
Demirel got Ovacik qasî Qaçkar û Eledaxê kaw e û wiha axivî: "Erdê vê derê rind e. Dibê gol, çem, gelî û gelê vê derê were dîtin. Li Tirkiyeyê ciyekî girîng e. Golên Qantirê ji 5 golan pêk tê. Ji bo hemû golan bibînin em derketin ciyekî bilind û me li wê derê wêne kişandin."
AA