Xweşikahiyên Geliyê Takoranê dibin belgefîlm

Geliyê bi tebîet, newal, şirşirneg, gorên kevirîn û dîmenên bêhempa va wekî "cineta veşartî" tê binavkirin ji sînemekêş û belgefîlmkêşan eleqeyê dibîne.

Xweşikahiyên Geliyê Takoranê dibin belgefîlm

Hîndekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê ji bo belgefîlma bi temaya tebîet û ekolojiyê dîmenên Geliyê Takoranê yê li Siwêrega navçeya Şanliurfayê kişandin.

Geliyê bi tebîet, newal, şirşirneg, gorên kevirîn û dîmenên bêhempa va wekî "cineta veşartî" tê binavkirin ji sînemekêş û belgefîlmkêşan eleqeyê dibîne.

Hin hîndekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê bi keleka Şaredariya Siwêregê va li Geliyê Takoranê geriyan.

Ekîba di çarçoveya projeya belgefîlma tebîet û ekolojiyê da li bajarên cuda xebatan dimeşîne li Geliyê Takoranê jî dîmen kişand.

Îlkay Nîşanciyê hîndekarê fakulteyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ber xweşikahiyên gelî şaş û metel ma.

Nîşanci got dibê her kes Geliyê Takoranê bibîne û wiha axivî: "Ji vir salekê berê haya me bi Geliyê Takoranê ket lêbelê teze firsend çêbû em hatin vê derê. Şahidiya vê derê gelekî xweş e. Me av û gelî bi hev ra dît. Dema min bihîst gelekî mereq kir û teze bû nesîb ku vê derê bibînim. Em dema xwe derbas dikin hem jî dîmenan dikişînin. Bawer dikim potansiyela vê derê heye ku bibe navendeke girîng a turîzma tebîetê."

Nîşanci destnîşan kir ku li gelî qadên dîrokî jî hene û rêça jiyanên berê li vê derê tê dîtin.

Kenan Karahanê Midûrê Kontrol û Parastina Hawirdorê yê Şaredariya Siwêregê jî diyar kir ku ew ê danasînên herêmê bidomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE