Xweşikiya kolana çand û Hunerê

Kolana ku li Midyatê hat çêkirin bi mîmariya xwe balê dikişîne

Xweşikiya kolana çand û Hunerê

Kolana Çand û Hunerê ya Midyadê ji mêvanan derbas nabe. Kolana ku ji aliyê Şaredariyê ve li gorî dîrok, mîmarî û hawîrdora bajêr hat çêkirin, bala turîstan dikişîne. Turîstên ku ji bo geşt û gerê tên vir, beriya ku ji bajêr veqetin miheqeq tên kolanê û li vir resman dikişînin.

Kolana Çand û Hunerê ya Mîdyada Mardînê bi mîmarî û peyzaja xwe balê dikişîne.

Bajarê ku bi dîrok û mîmariya xwe li cîhanê tê nasîn, her sal bi deh hezaran turîstên xwemalî û biyanî diezimîne.

Turîstên ku tên bajêr ji xeynî serdana cihên dîrokî êdî li kolana nû jî wextê xwe derbas dikin.

Mêvanên bajêr beriya ku ji bajêr veqetin, miheqqeq tên kolanê û li vir wêneyên xweşik digirin, pişt re ji bajêr xatir dixwazin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE