Xwest zarok xilas bike lê her du jî xeniqîn

Ciwanê 20 salî xwest zarok xilas bike lê her du jî xeniqîn

Xwest zarok xilas bike lê her du jî xeniqîn

Li gundê Bêrman yê Bêşebaba Şirnexê zarokekî 11 salî ket Çemê Xaburê. Ciwanekî 20 salî jî ji bo ku zarok xilas bike xwe avêt çêm. Lê mixabin her du jî xeniqîn.

Li gundê Taşarasiyê çend zarok ji bo ku tûyan bixwin derketin ser darê.

Lê çiqlê darê şikest û ji wan zarokan Jêhat Ecerê 11 salî ket nav Çemê Xabûrê.

Hevalên zarok xeber dan nas û xizmên xwe. Mustafa Ecerê 20 salî ji bo ku kurikê 11 salî xilas bike xwe avêt çêm.

Lêbelê her du jî nekaribûn ji çem derketana û xeniqîn.

Afad û Cenderme hatin cihê bûyerê. Termê Mustafa Ecer hat dîtin. Ji bo dîtina termê Jêhat Ecer xebatên lêgerînê hêj dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE