Xwezahez li Geliyê Takoranê civiyan

Çalakî ji hêla Midûriya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Sîweregê va tê lidarxistin.

Xwezahez li Geliyê Takoranê civiyan

Li Sîwerega navçeya Şanliurfayê Çalakiyên Çand û Xwezayê ya 3yemîn ya Takoranê bi beşdariya sedan werzişvan û xwezahezan va dest pê kir.

Çalakî ji hêla Midûriya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Sîweregê va tê lidarxistin.

Di roja ewil a çalakiyê da werzişvan û xwezahezên hatine Geliyê Takoranê masî girtin, kanoyê sîwar bûn, duçerxî ajotin, baffirok firandin û meşiyan. 

Di bernameyê da kilam jî hatin gotin.

Midûrê Karên Civakî û Çandî yê Şaredariya Sîweregê Abdulkadîr Eneş ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand ew ji ber mazûvaniya werzişvan û welatiyan kêfxweş in, armanca wan ew e ku ew Geliyê Takoranê ji bo turîzmê bidin nasîn û van çalakiyan va pêşva bibin.

Eneş got ev çalakî wê ji bo mihrîcanan ji wan ra bibin referans û wiha dewam kir: "Ji Îzmirê bigire heta Orduyê, ji Behra Reş bigire heta Egeyê, ji Herêma Anadoluya Navîn bigire heta Herêma Rojhilatê Anadoluyê qasî 500 werzişvanên pispor û amator beşdarî bernameya me bûn. Ji bo yên ser ketin diyariyên me wê hebin. Ji bilî vê ji mêvanên me ra jî hin diyariyên me hene."

Arzu Koyuna ji Orduyê bi dergûşa xwe ya 3 mehî va hatiye jî pesnê Takoranê da û got ev der gelek xweş bûye, bi def û zirneyê va bêtir xweş e.

Çalakî wê sê rojan dewam bikin, pêşbazî û turên keştiyê wê bên kirin û meşê jî çêbibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE