Li taxa Bilbila Qersê beriya çend rojan bûyereke sosret çêbû. Agır girt mala welatiyê bi navê Mehmet Temel. Keçika 4 salî ya bi navê Ceren û xwîşka wê ya 7 mehî jî wê gavê li mala bapîrê xwe bûn. Piştî Ceren bi şewatê dihise hema radije xwîşka xwe û ji nav agir xelas dike.
Li Taxa Bilbila Qersê beriya çend rojan agirt girt mala Mehmet Temelê 74 salî.
Wê gavê di hundir de tenê Cerena 4 salî û xwîşka wê ya 7 mehî ya bi navê Asmîn yên ku neviyên Mehmet Temel in, hebûn.
Piştî ku Ceren pê dihise agirt girtiye malê, hama radije xwîşka xwe ya piçûk û derdixe derve.
Piştî bûyerê di civînekê de Mehmet Temel ji Waliyê Qersê re derdê xwe gotibû û xwestibû jê re alîkarî were kirin.
Waliyê Qersê Türker Öksüz jî diyar kiribû ku dê alîkariya hewce bidin malabatê.