Xêza wênesaz Vincent Van Gogh a nû hat dîtin li Amsterdamê hat pêşandan

Li gor nûçeya BBCyê, Muzeya Van Gogh jî piştrast kir ku hunermend resmê kalekî westiyayî xêz kiriye û ew resm berê nehatiye dîtin û nû hatiye keşifkirin.

Xêza wênesaz Vincent Van Gogh a nû hat dîtin li Amsterdamê hat pêşandan

Xêza wênesaz Vincent Van Goghê Hollandayî ku nû hat dîtin, li Amsterdam a paytextê Hollandayê cara ewil hat pêşandan.

Li gor nûçeya BBCyê, Muzeya Van Gogh jî piştrast kir ku hunermend resmê kalekî westiyayî xêz kiriye û ew resm berê nehatiye dîtin û nû hatiye keşifkirin.

Muzeyê ragihand ku xebata bi navê "Study for Worn Out" di sala 1882an da bi destê Van Goghê ku hê nû dihat naskirin hatiye çêkirin.

Hat gotin ku ew resm ji sedsalî zêdetir bû ku di koleksiyoneke taybet a malbatekê da veşartî maye û îro cara ewil e li muzeya Amsterdamê tê pêşandan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE