"Yê ku dikare alîkariya me bike yek Xwedê ye û yek jî maye Erdogan"

Bavê Sûriyeyî yê li Swêdê zarokên wî jê sitandin ji Serokomar Erdogan alîkarî xwest

"Yê ku dikare alîkariya me bike yek Xwedê ye û yek jî maye Erdogan"

Dîab Talalê Sûriyeyî yê ku li Swêdê 5 zarokên wî ji hêla saziya xizmetên civakî jê hatin sitandin, diyar kir ku tu cih neman ku wî serî lê da ku zarokên xwe bi paş de bistîne û her wiha got ku ew dixwaze Serokomar Recep Tayyip Erdogan alîkariya wî bike.

Dîab Talal û jina wî Emel Şêxo yên ku 5 sal e li Swêdê dijîn, li ser wê pêvajoyê daxuyanî da peyamnêrê AAyê ku zarokên wî çawa jê hatin sitandin.

Talal destnîşan kir, di sala 2017an da ji ber bernameya bicihkirina penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ew li bakurê Swêdê li herêma Norrbottenê hatin bicihkirin, 4 zarokên wî gava hatin welêt, zarokê wî yê 5emîn jî gava jina wî di sala 2021ê da welidî, jê hatin sitandin.

Talal diyar kir ku ev çend sal in ew bi êşa hesreta zarokên xwe dijîn û wiha dewam kir, "Tu cih nema me serî lê da. Yê ku dikare alîkariya me bike yek Xwedê ye û yek jî maye Erdogan. Ez bangî Tirkiyeyê dikim, bangî Erdogan dikim, bangî hemû dinyayê dikim. Em zarokên xwe dixwazin."

Bavê dilşewitî got ku zarokên wî yê herî piçûk 8 mehî ye, yê herî mezin jî 9 salî ye û wiha dewam kir:

"Em ji rêyeke bistres û ji ber şer hatin Swêdê. Em gava hatin em di depresyonê da bûn. Bi gilîdarbûna cîranê me, 4 zarokên me ji me sitandin. Di lêpirsîna pey ra da nehat tesbîtkirin ku me tundî li wan kiriye, lê digel vê jî zarokên me nedan me. Zarok dan malbatên cuda û hevdîtina digel me jî qedexe kirin. Me jî ev rewş protesto kir û em beşdarî çalakiyan bûn. Di çalakiyan da me ji bo zarokên xwe rondik barandin, lê çapemeniya Swêdê em wekî 'Îslamî û terorîst' nîşan dan û em kirin hedef."

Emel Şêxoya dayik jî bal kişand ku ev 4 sal in wê zarokên xwe nedîtine û wiha dewam kir, "Gava ez welidîm, pênc deqîqe şûnda zaroka min ji min sitandin û birin. 4 sal e min ne dîmen û ne jî wêneya zarokên xwe yên din dîtine. Dayikeke 5 zarokên wê jê sitandî ma di haletekî çawa da ye, ka hûn bifikirin."

Saziya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Norrbottena Swêdê jî daxuyand, "Zarok ji ber ku li hemberî wan tundî hat bikaranîn, wek prosedura asayî ji malbatê hatin sitandin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE