"Yê li dijî DEAŞê şer dike em in"

Soylu li Antalyayê beşdarî civîna salane ya serokan a Fermandariya Hêzên Ewlehiya Qeraxê, Teşkîlata Ewlehiya Qeraxê ya Sînor a Welatên Behra Spî bû û axivî.

"Yê li dijî DEAŞê şer dike em in"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Yê li dijî DEAŞê şer dike em in û yê DEAŞê berdide jî bi telîmata Amerîkayê PYD ye. Em bi rewşeke wisa ra rû bi rû ne ku dixwazin PYD/PKKyê DEAŞê kontrol bikin."

Soylu li Antalyayê beşdarî civîna salane ya serokan a Fermandariya Hêzên Ewlehiya Qeraxê, Teşkîlata Ewlehiya Qeraxê ya Sînor a Welatên Behra Spî bû û axivî.

Wezîr Soylu behsa Herekata Kaniya Aştiyê kir, got Ewropa dibêje sivîl tên kuştin û wiha axivî: "Bila yek sivîlekî jî nîşan bidin. Ewropaya mezin rêberiya rêxistina terorê ji xwe ra wek rê girtiye. Ev bi hiş û mêjî va çawa dikare bê îzahkirin."

"Ji mirinê pê va tiştek tune"

Soylu behsa têkoşîna dijî terorê kir û wiha dewam kir: "Ji mirinê pê va tiştek tune. Li ser vê axa ku em lê dijîn kesekî azadî û serxwebûna me diyariyê me nekir. Li welatê we jî nehat diyarîkirin. Her kesî bi têkoşînê bi dest xist. Em nikarin ji nifşên me yên dahatûyê ra li kêleka me korîdoreke terorê bihêlin. Nifşên berê ji me ra korîdoreke terorê nehîştin. Em 40 sal e dijî terorê têkoşînê didin."

"Di mijara terorê da me her tim hişyarî da dinyayê"

Soylu got wan di mijara terorê da hişyarî daye dinyayê û wiha pê da çû: "Di mijara terorê da me her tim hişyarî da dinyayê, me tecrubeyên xwe parve kir. Lê mixabin me rê li ber hêzên kurewî negirt ku ew rêxistinên terorê bi kar neynin. Me muxatabên xwe ji vê tevgerê paş venegerand."

"Yê li dijî DEAŞê şer dike em in"

Der barê têkoşîna dijî DEAŞê da Soylu got Tirkiye têkoşînê dide û wiha axivî: "Yê li dijî DEAŞê şer dike em in û yê DEAŞê berdide jî bi telîmata Amerîkayê PYD ye. Em bi rewşeke wisa ra rû bi rû ne ku dixwazin PYD/PKKyê DEAŞê kontrol bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE