Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu got, "Yên ku rageşiyê li Deryaya Spî zêde dikin, em nîn in. Yewnanistan e, beşa Rûman e."
Çavuşoglu û Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, piştî hevdîtina li Wezareta Karê Derve civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Çavuşoglu got, "Yên ku rageşiyê li Deryaya Spî zêde dikin, em nîn in. Yewnanistan e, beşa Rûman e."
Wezîr Çavuşoglu ji bo Yewnanistanê got, "Dev ji vê serxweçûyînê berdin. Bi navtêdana hinek welatan xwe navêjin rîskê. Heke û gavên şaş biavêjin, vê carê dê qezeyek ji destê me dernekeve, çi lazim e emê wê bikin."
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Maas jî got, "Me rewşa xeter (a li Rojhilatê Deryaya Spî) gotûbêj kir. Ev tişt ne tenê bi YEyê re bi NATOyê jî re peywendîdar e. Rewş gelekî xeternak e."AA