Yanzdeh Şaredariyên Wan û Bidlîsê wê ji bo Behra Wanê bi hev ra bixebitin

Yanzdeh Şaredariyên Wan û Bidlîsê wê ji bo Behra Wanê bi hev ra bixebitin

Yanzdeh şaredariyên li perê Behra Wanê yên Wan û Bidlîsê ji bo pêşîlêbirîna ava behrê xebata hevkar dan destpêkirin ku aveke temîz ji nifşên nû ra bihêlin.

Di "Turnuvaya Dinyayê" ya Nasayê li dar xistibû da wêneyê Kate Rubinsa ji fezayê kişandibû yê Behra Wanê di rêza ewil da hatibû bijartin û hesasiyeta ji bo Behra Wanê zêde bibû.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, şaredariyên Edremît, Îpekyolî, Gevaş, Tuşba, Erdîş û Muradiyeyê û şaredariyên Adilcewaz, Xelat û Tetwanê yên Bidlîsê yên li perê avê ne biryar dan ku di bin banê "Yekîtiya Şaredariyên Behra Wanê" da kom bibin ku "Pîlana Çalakiya Parastina Hewzeya Behra Wanê" pêk bînin.

Ava pîs a bi salan bêyî parzûnkirin berî avê didan dibû sedema qirêjiyê, ji bo pêşî li vê bibirin şaredarî bi hev ra tevdigerin. Di vê çarçoveyê da ji bo tesîsên entegre yên parzûnkirina ava pîs di demeke kin da bidin xebatê, projeyên li gor tebîetê pêk bînin dest bi xebatan kirin.

- "Şaredariyên ku tesîsên wan ên parzûnkirina avê tunin ew ê nemînin"

Mehmet Fatîh Çelîkelê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo Behra Wanê paqij bimîne xebatên werin meşandin gelekî girîng in.

Çelîkel destnîşan kir ku bi saya va ji bo kesên li dora behrê dijîn qadên jiyanê yên baş ew ê ava bikin û wiha pê da çû:

"Ji bo Behra Wanê paqij bigrin 2 sal berê îhaleya Tesîsa Parzûnkirina Biyolojîk a Pêşketî hatibû kirin û bi beşdariya Emîne Erdoganê û Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê me tesîs hilda dewreyê. Kar bi vê temam nabe. Bi salan e ava pîs berê ava behrê didan. Qirêjiya çêbûye li peravê dibe sedema bêhna nebaş û li ser jiyanê tesîra neyînî dihêle. Di vê çarçoveyê da me dest bi paqijkirina lîça binê avê kir. Em ê bi budçeya 20 milyon lireyî va binê behrê paqij bikin. Bi xebatên em ê bikin va ciyên gerê dê paqijtir bibin. Mêvanên me dê ciyekî hîn paqijtir bibînin. Em ê li dewrûbera Behra Wanê qalîteya jiyan û xizmetê zêdetir bikin. Di vê çarçoveyê da em digel hemû şaredariyên ku li qeraxê golê ne xebatê dimeşînin. Em tesîsên gemara hişk çêdikin. Her wisa navçeyên me yên ku tesîsa wê ya paqijkirina ava qirêj tuneye dê nemîne."

Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say jî diyar kir ku van dawiyan ji bo siberoja Behra Wanê gavên pir dîrokî tên avêtin.

Say bal kişand, ji bo ku gol ji nifşên din ra bimîne, ew ê bi hev ra xebatê bimeşînin û wiha got, "Me xebatên wekî çêkirina tesîsa paqijkirina ava qirêj, hilweşandina gom û tewleyên nêzîkî golê û çêkirina banda qeraxê pêk anîn. Vegotina bira Behra Wanê qirêj nebe têrê nake. Divê mirov vê gotinê di pratîkê da jî bike. Lewma jî em di çarçoveyê da xebatên herî girîng ên van salên dawîn dikin."

Say bal kişand ku wan Wezaret, şaredarî, dem û dezgehên peywendîdar ji bo siberoja Behra Wanê kirin liv û tevgerê û wiha got, "Em yek bi yek li şaredariyên me yên ku li qeraxê golê ne, digerin û em ê xebata Yekîtiya Şaredariyan a Behra Wanê damezirînin da ku gol bê parastin."

Şaredarê Xelatê Abdulalîm Mumtaz Çoban jî destnîşan kir ku Gola Wanê û der û dorê wê ji hêla ekolojiyê va gelekî dewlemend e.

Çoban destnîşan kir ku ew ji bo li Gola Wanê xwedî derkevin gelek proje kirin rewacê û wiha domand: "Tesîsa Parzûnkirina Biyolojîk a Pêşketî ev 11 sal e dixebite. Wek şaredarî me rêberiyeke baş kir. Di mijara parzûnkirinê da wek şaredarî 11 sal e em bangî hemû şaredariyan dikin. Wan jî tevlî vê bû. Di demeke nêz da wê li şaredariyên der û dorê golê ne wê pirsgirêk nemîne. Avên ji ber baran, berf û lehiyê radibin jî heman zirarê didin golê. Di vê çarçoveyê da jî me ji bo paqijkirina co û newalan xebat da destpêkirin. Ji bo gol qirêj nebe emê gelek projeyan bikin rewacê."

- "Ava ji sedî 100 hatiye hatiye dawerandin wê berî golê bê dayîn"

Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî jî got ku di çarçoveya "Plana Xebata bo Behra Wanê" da lazim e şaredarî ji bo paqijkirina golê projeyên nû têxin rewacê.

Geylanî destnîşan kir ku ji ber ku der û dorê golê girtî ye û ava wê wek ya çem û behran dewir nabe pirsgirêk çêdibin û wiha domand: "Me li Tetwanê di qada çêkirina binesaziyê da dest bi xebatê kir. Me makîneyên Tesîsa Parzûnkirina Bîyolojîk a Pêşketî sala par nû kir û ev der ji sedî sed dixebite û bi kêr tê. 2 kolanên me yên ku binesaziya wan tunebû jî me tevlî pergalê kir û piştî ku binesazî qediyan wê hemû bermayî bên parzûnkirin û paşê berî golê bidin. Dema hemû şaredarî tesîsên ava bermayî têxin dewrê wê rengê Gola Wanê wekî berê dîsa hêşîn bibe. Heta dawiya salê wê kar û xebatên der heqê parzûnkirina avê da temam bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE