Yasin Börü û hevalên wî hatin bibîranîn

Di 4. salvegera qetilkirinê de Yasin Börü û hevalên wî hatin bibîranîn

Yasin Börü û hevalên wî hatin bibîranîn

Yasin Börü û hevalên wî di Cejna Qurbanê ya 2014an de li Dîyarbekirê lı feqîran goşt belav dikirin. Lêbelê di heman demê de ji ber êrîşên Deaş’ê yên li ser Kobanîyê bi bangewazîya HDP’ê gelek alîgirên HDP’ê û rêxistina terorî jî daketin kolanan. Di encama bûyerên 6-8 ê cotmehê de Yasîn Börü û hevalên wî jî di nav de 53 welatiyan canê xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Di 4. Salvegera qetilkirinê de; Yasîn Börü û hevalên wî li ser Goristana Yanîkoyê hatin bibîranîn.

Di cejna qurbanê ya 2014an de Yasîn Börü û hevalên wî li Amedê goşt li feqîran belav dikirin, lêbelê rastî êrîşên hovane yên rêxistina terorî hatin.

Yasîn Boru û hevalên wî jî tê de 53 kesan di bûyerên 6-8ê Cotmehê de canê xwe ji dest dan, bi sedan avahî hatin şewitandin û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Di ser bûyerên hovane re 4 sal derbas bûn. Yasîn Börü û hevalên wî li Goristana Yenîkoya Dîyarbekirê hatin bibîranîn.

Bername ji alîyê Platforma Karwana Şehîdan ve hat amadekirin. Di bîranînê de kirinên hovane yên rêxistina terorî ji alîyê hezaran ve hatin şermezarkirin.

Serokê Platforma Karwana Şehîdan Ömer Çelik bal kışand ser lîstikên qirêj ên rêxistinên terorî.

Êş û kulên malbatên şehîdan hêj weke roja ewil in. malbatan xwestin kujerên kuştina zarokên wan werin cezakirin.

Bi hezaran beşdarên bîranînê, musebbîb û kiryarên hovane yên hedîseyên 6-8ê Cotmehê bi tekbîr û sloganan şermezar kirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2018, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE