Yasîn Boru û hevalên wî hatin bibîranîn

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu: "Qismekî civakê bi awayek rêkûpêk wek hedef tê nîşandan û ev qirkirina li hemberî gelê sivîl hatiye kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye."

Yasîn Boru û hevalên wî hatin bibîranîn

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-7ê cotmehê da ji alî alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê va hatibûn qetilkirin, li goristanê hatin bibîranîn.

Di merasima bîranînê ya ku Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê organîze kir da Yasîn Boru û hevalên wî Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguzê ku alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê ew qetil kiribûn li Goristana Yenîkoya ser navçeya Baglarê hatin bibîranîn. Ji bo wan Quran hat xwendin û dia hatin kirin.

Di merasima bîranînê da Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku Yasîn Boru û hevalên wî ji bo goştê qurbanê belav bikin derketibûn derva û wiha domand: "Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê xwestin ku rê li vê alîkariyê bigirin û bi awayek hovane ku di dîrokê da mînakên wê kêm in ew qetil kirin. Bi tenê ciwanên goştê qurbanê belav dikirin di hedefê da nebûn. Kesên bi rû û şalpe li serê xanima wî û yan jî qîza wî bû jî yanî kesên ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di hedefê da ne gelek bûn. Ew hovîtiya ku qewimî dixwest nasnameya Kurd a misilman red bike û hewl ji bo vê bû. Qismekî civakê bi awayekî rêkûpêk wek hedef tê nîşandan û ev qirkirina li hemberî gelê sivîl hatiye kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye."

Yapicioglu got ku ew vê qirkirina hovane tu carê ji bîr nakin.

Malbatên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz û nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî beşdarî merasima bîranînê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE