''YE bê plan û bê hêz e''

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin got'' YE bê plan û bê hêz e''

''YE bê plan û bê hêz e''

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) "bê plan û bê hêz" e.

Li gor xebera di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê ya Almanyayê, Kalin qala şikestina hêviyan a ji bo YEyê kir.

Kalin daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku YE ji vizyona têkiliyên Tirkiyeyê têxe şiklekî, mehrûm e û wiha pê da çû: "Ez mereq dikim ku çima di tu tiştî da pêş nakevin. Sedema vê bi tenê Tirkiye nîne. YE 'bê plan û bê hêz' e."

Hat ragihandin ku Kalin pesnê hevdîtinên Serokkomar Erdogan yên di çarçoveya Lûtkeya NATOyê da hatibûn kirin da, hevdîtinên rûbirû yên Emmanuel Macronê Serokkomarê Fransayê û Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê jî derxist pêş.

Di xeberê da hat gotin ku Kalin encamên li ser Tirkiyeyê yên di Lûtkeya YEyê da hatibûn dayîn rexne kir, Kalin destnîşan kir ku encam gelekî ji "hêviyên" Enqereyê "kêmtir ma".

Kalin diyar kir ku dibê li benda lûtkeya îlonê bisekinin, lêbelê hêviyên ji bo vê jî kêm in.

Kalin got ligel vê Merkela siyasetmedara xwedîpêşdîtin ew ê xatirê xwe bixwaze lêbelê nayê zanîn kê wê teqîb bike. Kalin rexneyên ji bo ji Peymana Stenbolê vekişîna Tirkiyeyê jî qebûl nekir.

Kalin got YE dixwaze ji bo penaberên li Tirkiyeyê 3 salên peşiya me serê salê milyarek ewro alîkariyê bide, heke bi milyonan penaberên li korîdora Tirkiye kontrol dike ya li Sûriyeyê nehejmêrin 3,7 milyon penaberên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne, xêncî vê ji welatên wekî Efxanistanê jî gelek penaber hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE