Yekem Sempozyuma Jinan a Navneteweyî

Ji bo maf û pirsgirêken jinan sempozyum hat lidarxistin.

Yekem Sempozyuma Jinan a Navneteweyî

Li Mêrdînê, Sempozyuma Jinan a Navneteweyî hat li darxistin. 30 jinên akademisyen, karsaz û hunermend tevlî sempozyumê bûn, li ser pirsgirêkên civakî xeber dan.

Bi piştgiriya Walitî û Şaredariya Mêrdînê, Yekem Sempozyuma Jinan a Navneteweyî hat li darxistin.

Him mamosteyên unîversîteyan, him jî jinên karsaz û hunermend beşdarî sempozyumê bûn. 30 jinên axaftvan derbarê şixulîna pîrekan, perwerdeya jinan, zilma ku mêr li wan dikin û gelek meseleyên din de axivîn.

Alîkara Serokê Karên Diyanetê Profesor Dixtor Huriye Martı jî hat sempozyumê. Ew jî bi perspektîfeke dînî li ser pirsgirêkên jinan axivî.

Sempozyumê 3 rojan dewam kir.

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE