"Yekparetiya axa Iraqê bingeha siyaseta me ya Iraqê ye"

Serok Erdogan got: "Înşeallah em ê îsal bi Iraqê ra Civînên Konseya Stratejîk a Payebilind di nav îsal da cihê ku em lê mabûn em ê bidomînin." 

"Yekparetiya axa Iraqê bingeha siyaseta me ya Iraqê ye"

Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Înşeallah em ê îsal bi Iraqê ra Civînên Konseya Stratejîk a Payebilind di nav îsal da cihê ku em lê mabûn em ê bidomînin." 

Serok Erdogan piştî ku bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih ra yek û yek hevdîtin kir û şûnda, li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Serok Erdogan diyar kir ku wî di 15ê cotmeha 2009an da Bexda ziyaret kir û wê demê di hin qadan da hin peyman hatin îmzekirin û wiha dewam kir: "Înşeallah em ê îsal bi Iraqê ra Civînên Konseya Stratejîk a Payebilind di nav îsal da cihê ku em lê mabûn em ê bidomînin."

Erdogan li ser parastina yekparetiya axa Iraqê sekinî û wiha got: "Parastina yekîtiya siyasî ya Iraqê û yekparetiya axa wê, bicihkirina îstiqrar û ewlehiya wê bingeha siyaseta me ya Iraqê ye. Dema Iraq li ser piyên xwe bisekine ev ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmê zehf girîng e."

Serok Erdogan diyar kir ku di konferansa seba ji nû va îmara Iraqê ya ku li Kuweytê hat lidarxistin da Tirkiyeyê sozê 5 milyar dolarî kredî dabû û wiha dewam kir: "Di serî da avakirina ciyên ji pevçûnan zirar dîtin, em amade ne ku tevkariyê bidin projeyên binesazî û pêşketinê yên Iraqê."

Erdogan der barê bazirganiya ku Tirkiye bi Iraqê ra dike da wiha axivî:

"Di bazirganiya dualî ya 2013an da bi 16 milyar dolarî va me rekor bi dest xistibû. Ez dibêjim ku em hem ji wê derbas bikin û hem jî derxin 20 milyar dolarî."

Erdogan diyar kir ku bi taybetî di qada parastinê da gelek tişt hene ku herdu welat bikin û wiha dewam kir:

"Em dixwazin ku bi Iraqê ra di qada ewlehiyê da jî têkilî û tevkariyê xurt bikin. Bi taybetî gelek tişt hene ku em di sanayiya parastinê da bikin. Eskerî, bazirganî, aborî, çandî... Di van hemû qadan da em dikarin di gelek qadan da bi hev ra bixebitin. Lê ji her tiştî girîngtir ewlehî ye. Rêxistinên terorê yên wek DEAŞ, PKK û FETOyê him ji bo Tirkiyeyê him ji bo Iraqê tehdîd e. Di têkoşîna me ya terorê da ji bo ku em serkeftî bibin em di ferqê da ne ku xebata bi hev ra girîng e. Em bi hûrgilî li ser van mijaran sekinîn."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE