Yekîtiya Demokratîk a Suryaniyan bertek nîşanî Tuma Çelîkê ji HDPyê îstifa kir, dan

"Tuma Çelîk guh nedaye jiyan û şerefa jinê û bi tevgereke dijî mirovahiyê tevgeriyaye. Ji ber vê em vê tevgera Tuma ya dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û lanetê lê dikin. "

Yekîtiya Demokratîk a Suryaniyan bertek nîşanî Tuma Çelîkê ji HDPyê îstifa kir, dan

Yekîtiya Demokratîk a Suryaniyan der barê Parlamenterê Mêrdînê yê HDPyê Tuma Çelîkê ku ji partiya xwe îstifa kir da got: "Tuma Çelîk guh nedaye jiyan û şerefa jinê û bi tevgereke dijî mirovahiyê tevgeriyaye. Ji ber vê em vê tevgera Tuma ya dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û lanetê lê dikin. Ji bo sûcê ku li hemberî jina mexdûrbûyî hatiye kirin jî em bangî wan meqamên bi mijarê ra eleqedar in dikin ku ew wezîfeya xwe bikin."

Yekîtiya Demokratîk a Suryaniyan der barê parlamenter Tuma Çelîk da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da behsa bûyera qewimî hat kirin û wiha hat gotin "Skandala Tuma Çelîkê endamê HDPyê yê TBMMyê ye bû rojeva Tirkiyeyê."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber vê bûyera kirêt a ne li gor tevgera parlamenterekî ye medyaya Tirkiyeyê zêde behsa wî kir û tê behskirin jî. Tuma Çelîk guh nedaye jiyan û şerefa jinê û bi tevgereke dijî mirovahiyê tevgeriyaye. Ji ber vê em vê tevgera Tuma ya dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin û lanetê lê dikin. Ji bo sûcê ku li hemberî jina mexdûrbûyî hatiye kirin jî em bangî wan meqamên bi mijarê ra eleqedar in dikin ku ew wezîfeya xwe bikin."

Di daxuyaniyê da hat gotin di çapemeniya Tirkiyeyê da Tuma Çelîk wek nûnerê Suryaniyan tê nîşandan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tuna Suryanî ye, lê ev nayê wê meneyê ku ew nûnerê Suryaniyan e. Tuma Çelîk di hilbijartinên dawîn da ji hêla HDPyê va wek namzed hat hilbijartin û kete TBMMyê. Her kesê ku rewşa Suryaniyan dizane û wan nas dike, dizane ku Suryanî ne xwedî wê nifûsê ne ku li Mêrdînê parlamenterekî derxin. Pirsgirêkên unsûrê Tuma, pirsgirêkên wê partiyê ne ku Tuma endamê wê ye û bi wê çûye Meclisê, ne yên Suryaniyan e. Çawa ku xeletiyên endamekî Meclisê nabe yê gelê Tirk, bi heman awayî jî xeletiyên Tuma, ne yên Suryanî ne. Ji ber vê sedemê jî wê yekê em xemgîn kirine ku binê skandala qewimî hatiye xêzkirin û wekî nûnerekî Suryanî hatiye nîşandan."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Suryanî di hemû serdeman da ligel dewleta xwe bêyî pirsgirêk peywendî danîne û jiyana xwe domandine û her wiha ne tenê li Tirkiyeyê, li her welatekî ku lê dijîn, li dervayî çarçoveya hiqûqa demokratîk tu şixul nekirine.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Pirsgirêka Suryaniyan, mijareke cidî ye ku ji dewra Osmaniyan hatiye roja me. Divê herkes wê yekê bizanibe ku pirsgirêka Suryaniyan û temsîla wê, ewqas hêsan nîne ku dê bikeve ber destê Tuma û yên mîna wî. Nexasim ew yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û di navbera Tuma û Suryaniyan da peywendî tê danîn. Xeletiyên neferekî nabe mirov wekî ku yê civakekî ye, nîşan bide. Tiştekî wiha ne demokratîk e jî. Li holê skandaleke takekesî heye û em di wê baweriyê da ne jî meqamên peywendîdar çi hewce dike, dê bikin. Ji ber vê çendê jî em bangî herkesî dikin ku di çarçoveya Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NYyê da rêzê nîşanî mafên jinan bidin û her wiha ji ber vê skandalê jî bi pêşdaraz li civaka Suryanî mêze nekin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE