Yekîtiya Ewropayê û Îngiltereyê li hev kir

"Me li ser peymaneke nû ya ku emê kontolê paşve hildin li hevdu kir."

Yekîtiya Ewropayê û Îngiltereyê li hev kir

Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson daxuyand wan bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra peymaneke Bretîxê ya nû pêk aniye.

Johnson beriya Civîna Serokên YEyê ya li Brukselê li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got: "Me li ser peymaneke nû ya ku emê kontolê paşve hildin hevdu kir. Niha divê parlamento roja şemiyê vê pêk bîne."

Îngiltereyê di 2yê cotmehê da teklîfeke nû pêşkeşî YEyê kiribû û xwestibû madeya tevdîrê ya niqaş li ser tê kirin a di peymana Bretîxê da bila bê guherandin.

Îngîltereyê xwestibû Îrlandaya Bakur heta 2025an bila di nav têkiliyeke taybet û Yekîtiyê da bimîne. Yekîtiya Ewropayê pêşiyê ev qebûl  nekiribû, lê paşê li ser muzakere kiribû.

Di referanduma sala 2016an da  Îngiltereyê li hemberî ji sedî 48an, ji sedî 52 rayê va biryar dabû ku ewê YEyê biqetin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE