''Yekîtiya Ewropayê ya banga gotûbêjê dike û ji aliyekî va jî li pey planên din e û ne ji dil in''

''Yekîtiya Ewropayê ya banga gotûbêjê dike û ji aliyekî va jî li pey planên din e û ne ji dil in''

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji bo xebatên Tirkiyeyê yê ku li Rojhilatê Behra Sipî di nav bergeha parzemîna xwe dibe serî da got ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji aliyekî va bo gotûbêjê bang dike û ji aliyekî va jî di nav plan û kirinên din da ye û ne ji dil in.

Oktay ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî di peyama weşand da wiha got: "Yekîtiya Ewropayê ji bo kar û xebatên ku em li Rojhilatê Behra Sipî di nav bergeha parzemîna xwe dibin serî da ji aliyekî va banga gotûbêjê dike û ji aliyekî va jî li pey hin planên din e û ne ji dil in. Em bi zarê aştî û dîplomasiyê xweş zanin lê dema mijar parastina maf û berjewendiyên Tirkiyeyê be em teredud nakin. Fransa û Yewnanistan di nav yên ku bi vê yekê baş dizanin da ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE