Yildirim: Qerara gelê me li ser ser û çavan e

Namzedê Îtifaqa Cumhûr Binali Yildirim, dengê xwe li Tuzlayê da.

Yildirim: Qerara gelê me li ser ser û çavan e

Stenbolî diçin ser sindoqan… Namzedê Îtifaqa Cumhûr Binali Yildirim, dengê xwe li Tuzlayê da... Yildirim got: “biryara gelê me li ser ser û çavan e.”

“Me dengê xwe da. wê ray bên jimartin. di 5 salên li ber me de wê kî stenbolê bi rê ve bibe, dê bê diyarkirin. biryara gelê stenbolê li seran, li ser çavan e. wê biryara herî rast bidin. me ji 6ê gulanê û heta niha wek namzed xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. li hemû tax û navçeyan, em çûn ba hemşeriyên xwe. niha dora wan e. wê îro qerara xwe bidin. ji bo stenbol bibe yek ji bajarên cihanê yên herî mezin, tecrûbeyên me derfet in. bila ji bo stenbolê li ser xêrê be. di kampanyayê de dibe ku dilê hin kesan mabe. divê îro em dilê xwe nehêlin û li siberoja xwe binêrin. heke me şaşiyek kiribe bila reqîbên me jî heqê xwe li me helal kin.”

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE