Yildirim tevlî şevbihêrka Colemêrgiyan bû

Namzedê Îtifaqa Cumhur Bînalî Yildirim li Stenbolê tevlî şevbihêrka Colemêrgiyan bû.

Yildirim tevlî şevbihêrka Colemêrgiyan bû

Yildirim got, bi kurdbûna xwe serbilind bin. Yildirim ji Hekkariyiyan, bo hilbijartinê piştgrî xwest...

Ji Colemêrgiyan re got, bi Kurdbûna xwe her serbilind bin…

Namzedê Îtifaqa Cumhur Bînalî Yildirim li Stenbolê beşdarî şevbihêrka Hekkariyiyan bû.

Yildirim got ''Tu carî ji eslê xwe fedî nekin. Bi vê yekê xwe şanaz bin. Bi Kurdbûna xwe serbilind bin. Binêrin, AK Partî û rêberê wê Recep Tayyip Erdoğan polîtikayên înkarkirinê dan bin piyên xwe.''

Yildirim careke din bibîr anî ku CHPê zilm li kurdayetiyê kiriye.

Yildirim wiha axivî: Îro ew kesên ku li pey CHPê diçin, wan zilma berê çi zû jibîr kir? Ma vê CHPê zilma herî mezin li Kurdan û miletên din nekiribû? Em hatin me got her kes dê bikare derdê xwe bêje. Namzedê Îtifaqa Cumhur Yildirim destnîşan kir ku derdê PKKê Kurd nîn in.

Yildirim wiha dewam kir: Derdê rêxistina terorî PKKê ne Kurd in. Lê pirsgirêka Kurdan jî Tirkan jî rêxistina terorî PKK bi xwe ye. Em tu carî PKKê û birayên xwe yên Kurd nakin yek. Bi polîtikayên me êdî çiya û zozanên Hekkariyê, Cidîyê ji xelkê me re vebûn.

Yildirim got ji bo stenbolê me 7 projeyên mezin amade kirine. Gava bêm hilbijartin dê bajar xweştir bibe. Loma jî ji Colemêrgiyan piştgirî xwest.

Yildirim piştî axaftina xwe ji bo bernameyeke din xatir xwest û çû.

Lê şevbihêrka Colêmêrgiyan bi stranên Aydin Aydin û Gülşen Korucuyê dewam kir.

Welatî û rayedaran bi hev re govend gerand.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE