Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Yunanistan însanên bêguneh dehf dide mirinê, Ewropa jî temaşe dike."
Soylu ji ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen parve kirin ku tê da dixuyê, unsûrên Ewlekariya Qeraxên Yunan şûna ku koçberên bêdestûr xilas bikin, jiyana wan dixin xetereyê û wan ber bi avên di sînorên bejayî yên Tirkiyeyê da dehd didin ku koçber paşê jî ji hêla unsûrên Ewlekariya Qeraxên Tirk tên xilaskirin û her wisa di dîmenan da îfadeyên koçberên bêdestûr jî hene.
Soylu bi Îngilizî û Tirkî parvekirin kir û wiha got, "Yunanistan însanên bêguneh dehf dide mirinê, Ewropa jî temaşe dike. Hêzên Ewlekariya Qeraxên Tirk însanan xilas dike. Em @Frontex û @Europarl_ENê şermezar dikin ku li hemberî vê kirina kirêt a ku her roj didome, bêdeng in."
AA