Yurtsevena li Vanê bi ber lehiyê ket û hat xilaskirin behsa wan kêliyan kir

Kader Yurtsevena li Wanê bi ber lehiyê ket û hat xilaskirin behsa wan kêliyan kir

Yurtsevena li Vanê bi ber lehiyê ket û hat xilaskirin behsa wan kêliyan kir

 Kader Yurtsevena duh li Başkaleya navçeya Wanê bi ber lehiyê ket û xeriqandî hat xilaskirin destnîşan kir ku ji ber lehiyê mala wan xera bûye, heywanên wan telef bûne û zehf tirsiyane.

Li Taxa Esenyamaçê ya Başkaleyê Kader Yurtsevena 23 salî ya bi ber lehiyê ket û hat xilaskirin daxuyanî da.

Yurtsevenê diyar kir gava dixwest li birayê xwe bigere bi ber avalehiyê ketiye û got ku taxa me di nav avê da ma, mala me xera bû û heywanên em telef bûn.

Kader Yurtsevena behsa wê demê kir wiha axivî, "Gava lehî rabû em ji malê derketin. Birayê min wenda bûbû. Gava ez lê digeriyam ez bi avê da çûm. Ez lehzeyekê bi avê da çûm û jinekê ez xilas kirim. Ez li wir xeriqî me û êdî tiştek nayê bîra min. Gava ez bi ber lehiyê ketim aqilê min li ser birayê min bû. Taxa me di nav avê da ma, mala me xera bû û heywanên em telef bûn. Her tiştên me çûn. Hê jî ew tirs li ser min e. Em ji rayedaran alîkarî dixwazin. Bavê min di girtîgehê da ye. Ji ber ku ez xilas bûm kêfxweş im."

Semîha Yurtsevena dayîka Kaderê jî destnîşan kir tevî 8 zarokên xwe bêmal mane û got ku em ji dewletê destekê dixwazin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE