Zabitayên şaredariya Ercişê li marketan Geriyan; di serî de yên xurekan, bihayên tiştan kontrol kirin. Li marketên ku sextekariyê dikin wê ciza bên birîn.
Li marketan geriyan; bihayên tiştan û giraniyên wan dan ber hev, fatûre kontrol kirin.
Li ser giliyên ku hin esnaf bihayên tiştan li gorî kêfa xwe zêde dikin û bihayên li ser tiştan û yên li ser faturayan hevûdu nagirin Zabitayên şaredariya Erdîşa Wanê dikan û marketên mezin kontrol kirin .
Zabitayên Şaredariyê gava sextekariyek tespit dikin agahiyê didin Wezareta Bazirganiyê û li dikanan ciza tê birîn.