Zahmeta Kevokkirînê

Ji bo bi deyn bifroşe 3 kefîlên karmend û qeyda sabiqayê dixwaze...

Zahmeta Kevokkirînê

Lı gorî cûre û taybetmendiyên xwe bihayê hinekan digihê bihayê tirimbêlekê. Li bazara kevokan ya Rihayê kevokbazek ji bo kevokên xwe bi deyn nede, şertên dijwar dide ber mişteriyan.

Li bazara kevokan a li Qada Heşimiyeya Rihayê bihayê hin kevokan mirov şaş dikin.

Bihayê kevokekê carna digihêje yê tirimbêlekê lê mişteriyên wan jî kêm nabin.

Hinek mişterî dixwazin kevokan bi deyn bikirin lê şertên vê jî zahf giran in.

Kevokbaz Mustafa Ballı dibêjê ev hezkirineke û bideyn hezkirin nabe.

Balli ji bo herkes bibîne, şertên xwe jî bi dîwar ve daliqandî ne.

Fotokopiya Nasnameyê, 3 kefilên Karmend, Qeyda Sebiqayê, ji cixarê û alkole dûrbûn ji şertan çend in.

Balli dibêjê ger ji van ewraqan yek kêm be ez kevokên xwe bi deyn nadim.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE