Zanist û huner bi hev re li sehneyê ne… Li Muşê xwendekarên dibistana navîn derketin sehneyê. Him bûn şanoger, him jî wan derbarê zanyarên navdar de agahî dan.
Bi piştgiriya Tûbîtak û Zanîngeha Alparaslanê, li Muşê projeyek hat lidarxistin. Navê wê jî zahf delal e: “Zanist û Huner Bi Hev Re Li Sehneyê Ne”.
Di projeyê de 40 xwedekarên dibistana navîn hînî şanogeriyê bûn.
“ Em bi hunerê, derbarê zanist û zanyaran de agahiyan didin. Xwedenkar şano û dramayê dilîzin. Beriya niha tiştekî wiha nehatibû kirin. Xwendekarên serkeftî yên Muşê tên dikevin nav tiyatroyê. Xwendekar dikarin senaryoyên xwe bi xwe binîvîsin û bidin lîstin.”
Zarokan li ser sehnê şanoya Hacivat û Karagozê lîst.
Her wiha telebeyan di nav lîstikê de, li ser zanyarên navdar ên cîhanê agahî dan.
Di dawiya bernameyê de xwendekaran bi hev re wêne girtin.