Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank ekîba Tirk a ku beşdarî 4emîn Sefera Zanistê ya Antarktîkayê ya Neteweyî bû, gihîşt Antarktîkayê û wiha got: "Ekîba me ya ji 24 kesan pêk tê wê der barê zanistên zemîn, rihber û behrê da 15 proje bimeşînin."
Varank daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, di hîmayeya Serokomariyê, berpirsiyariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û kordîneya Enstîtuya Lêkolînên Cemserê (KARE) ya TUBÎTAK MAMê da 4emîn Sefera Zanistê ya Antarktîkayê ya Neteweyî hat lidarxistin û ekîba Tirk a ku beşdarî seferê bû, gihîşt parzemînê.
Varank diyar kir ku ekîb wê li Girava Horseshoeyê di kampa zanistê ya Tirk a berwext nêzî mehekê xebatên zanistî bimeşîne û wiha dewam kir: "Ekîba me ya ji 24 kesan pêk tê wê der barê zanistên zemîn, rihber û behrê da 15 proje bimeşînin."