Zarokê 8 salî ji bo hewcedaran 20 hezar lîre berhev kir

Karabulut bi vî pereyî ji bo kesên hewcedar xwarin û vexwarin kirî, deynê fatûrayên wan da.

Zarokê 8 salî ji bo hewcedaran 20 hezar lîre berhev kir

Di şewba koronayê û meha remezanê de kesên hewcedar nayên jibîrkirn. Li Elazigê zarokekî 8 salî ji bo hewcedaran 20 hezar lîre berrhev kir. Bi vî pereyî ji bo wan xurek kirî û deynê fatûrayên wan da.

Li Elazigê zarokekî bi navê Ömer Karabulut kampanyayek da destpêkirin.

Karabulutê 8 salî him bi xwe pere danî him jî ji kesên derdora xwe berhev kir.

Ömer Karabulut bi temamî 20 hezar lîre berhev kir.

Karabulut bi vî pereyî ji bo kesên hewcedar xwarin û vexwarin kirî, deynê fatûrayên wan da.

Malbata Ömer pê gelek şanaz e.

"Ömer beriya niha çûbû serdana penaberan, mexdûrên erdhejê. Bi dîtina wan dest bi kampanyaya xwe kir. Bi wî şiklî bi dilekî hessas dest pê kir. Bi piştgiriya derdorê kampnaya bi pêş ket."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE